Tîrmeh 17, 2022 19:04 Asia/Tehran
  • Jordaçûna hejmara gendeliya aborî li saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên Herêma Kurdistanê bû sedema rexneyan

Parlemanterê Komela Dadgerîyê li Parlemana Herêma Kurdistanê ragehand ku amara gendeliya aborî nav saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl ên Herêma Kurdistanê di asteke gellekî jorda ye.

 Musilm Ebdullah, Parlemanterekî Herêma Kurdistana Iraqê got: Amara ku derbarê gendeliya li Herêma Kurdistanê tê ragehandin, bi tenê beşeke biçûk a amarên rastîn e û amara gendelî û sûçan pir zêdetir e. 

 Musilm Ebdulah, Endamê Fraksiyona Komela Dadgerîyê li Parlemana Herêma Kurdistan di gotûbêja bi Ajnasa Nûçeyan a El-Melûmeyê re got: Amara gendeliyê nav saziyên eskerî, ewlehî û sivîl li Herêma kurdistanê pir li jor e, lê sîstema îdarî ya herêmê hewil dide beşek zêde ji van gemdeliyan binuxumîne. 

Ebdullah her wiha got: Hikûmeta Herêma kurdistanê ji riya medyaya xwe qala zelalbûnê dike, lê ev gotin bi tenê nûçeyên medyayan in, ji ber ku amara gendeliyê gelek joratir ji milyaran e.

Wî di dewamê de got : Ji ber ku destê Hikûmeta Herêma kurdistanê bi xwe di nav van gendeliyan de ye, amara rastîn raber nake. 

Serepeyv