Tîrmeh 04, 2022 15:24 Asia/Tehran
  • Nûnerê YNK'yê: Serokomartiya Iraqê ayîdî kurdan û taybetî YNK'yê ye

Nûnerê YNK'yê got ku Serokomartiya Iraqê ayîdî kurdan û taybetî YNK'yê ye.

Li gorî nûçeya Kurd Pressê, Karwan Elî Yarweys endamê Fraksiyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li meclîsa Iraqê got: Kurd bi gelemperî û YNK bi taybet beşdariya hemî hêzên siyasî di dewleta nû ya Iraqê da dipejirînin.

Wî got: Gotûbêjên di gel Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê bi taybet li gorî vê yekê ku posta serokomartiyê ayîdî kurdan û taybetî YNK'yê ye, hema wisa didomin.  Loma em sozdarê vê postê û Dr. Berhem Salih berendamê xwe ji bo vê cîgehê ne.

Wî got: Me û PDK'yê du bijarde li pêşberî xwe hene ku ya yekem lihevkirina li ser berendamekî ji bo serokomartiyê ye û ya duyem jî bijartina serokomarê bi rêya dengên nûneran li Meclîsa Iraqê ye.

 

Serepeyv