Hezîran 27, 2022 16:22 Asia/Tehran
  • Projeya berfirehkirina meydana gazî ya Herêma Kurdistanê li pey êrîşên bi roketan hat rawestandin

Cihênerê projeya berfirehkirina meydana gazê ya Kor Morê li Herêma Kurdistana Iraqê ku di rojên dawî da ketiye ber êrîşa roketî, qala rawestandi na cihanîna vê projeyê kir.

Li gorî nûçeya Kurd Pressê, Meydana gazê ya Kor Morê li Herêma Kurdistana Iraqê ku kompaniya imaratî ya Danagazê projeya berfirehkirin û berhemanîna gaza wê girtiye ustiyê xwe, di 72

saetan da sê caran kete ber êrîşa roketan.

Kompaniya imaratî ya Danagazê ku hevrê di gel çend kompaniyên din di çarçoveya konsersiyoma Prelê projeyên berfirehkirina meydana gazî ya Kor Morê cih tîne bi daxuyaniyekê ragihand

ku li pey van êrîşan projeya xwe li vê meydana gazê ya bi navê KM250 betal kiriye.

 

Vê kompaniyê di daxuyaniya xwe da ku xitabî Civata Danûstandina Ewlehiyê ya Ebûzebiyê ya bi navê ADX'yê hatiye dayîn, tekez kiriye ku tu ziyan an goriyek ji ber van êrîşan tunebûye, lê

hewcedara berxwegirtina kiryarên zêdetir ên ewlehiyê ye.

 

Serepeyv