Hezîran 21, 2022 22:47 Asia/Tehran
  • Xwepêşandanên berfireh li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê

Hejmarek mezin ji xelkê li navend û taxên Hewlêrê, li Kurdistana Iraqê, li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a El-Mussala, îro Sêşemê, bi dehan welatiyên parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê ji bo nîşan dana nerazîbûna xwe li hember bihabûna nirxê sotemeniyê, xwepêşandan li dar xistin û rêya Hewlêr-Koyê girtin.

Li bajarê Silêmaniyê û navçeyên din ên Kurdistana Iraqê jî xelkê li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kirin.

Bi dehan kesan roja Şemiya borî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin û nerazîbûna xwe li hember bilindbûna nirxê sotemeniyê nîşan dan. Şêniyên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji ber girtina rêyan ya ji ber xwepêşandana dijî nirxê sotemeniyê, neçar man riyeke dirêj û ji nav çiyayan derbas bikin daku bigihêjin mal û menzîlên xwe.

Xelkê navçeyên cuda yên Iraqê ji ber zêdebûna pirsgirêkên aborî û herwiha qutbûna gelek caran a elektrîkê di van salên dawî de gelek caran xwepêşandan li dar xistine.

Serepeyv