Hezîran 16, 2022 08:34 Asia/Tehran
  • Du weletiyên sivîl li Zaxoyê ji ber êrîşa Tirkiyê birîndar bûn

Hate ragihandin ku artêşa Tirkiyê gundê Perex ê navçeya Derkar a girêdayî Zaxoyê li Herêma Kurdistana Iraqê topbaran kir û di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li gorî rapora Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmê wergirtin, di saet 15:20’an a roja Çarşemê de artêşa Tirkiyê gundê Perex ê navçeya Derkar a girêdayî Zaxoyê da ber topan.

Li gor zanyariyan, di encama topbaranê de du welatiyên ku tê gotin bav û kur in birîndar bûne û ew ji bo nexweşxaneya Zaxoyê hatine veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh ji beriya saetên nîvro dewleta Tirkiyê li navçeya Sinunê ya Şengalê jî avahiya Meclisa Gel û bazara Sinunê bombebaran kir. Di encama êrişê de bapîr û neviyekî xwe yê 12 salî canê xwe ji dest da û 6 welatî jî birîndar bûn

Serepeyv