Hezîran 15, 2022 23:02 Asia/Tehran
  •  Li Hewlêrê dronek li stûneke înternetê ket û kete xwarê

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand, dronek li nêzîk qezaya Enkawe ya ser bi Hewlêrê ve ket xwarê.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, “Ev dron li Girê Cotyar li nêzîk qezaya  Enkawe ya Hewlêrê li birceke internetê ketiye û di encamê de teqiyaye.”

Bi gotina Omêd Xoşnaw, di encama ketina vê dronê de ti zirarên canî nebûne.

Parêzgarê Hewlêrê destnîşan kir, aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kirine.

Her wiha Dije-Terorê ya Herêma Kurdistanê roja Çarşemê 15ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, droneke çavdêriyê ya xwecihî li Girê Cotyar li nêzîk qezaya Enkawe ya Hewlêrê, li birca înternetê ket û teqiya.

Dije-Terora Herêma Kurdistanê li ser ziyanan ragihand, “Ti ziyanên canî çênebûne û bûyer ne metirsîdar e.”

Serepeyv