Mesrûr Barzanî û Bafil Talebanî civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Bafil Talebanî civiyan û di wê hevdîtinê mijara "piştgiriya reformên hikûmeta Herêma Kurdistanê" derket pêş.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Şandeke bilind a YNKê ku di nav de serokê giştî wê partiyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bûn roja Şemiyê 11ê Hezîrana 20022yan serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Serokwezîriyê di hevdîtinê de behsa wan pirsgirêkên ku pêwîst e bên çareserkirin û piştevaniya reformên ku ji bo xizmetkirina baştir bo welatiyên Herêma Kurdistanê kirin, hat kirin.
Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî tekez kir kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê karnameyeke wê ya çaksaziyê ya hevbeş heye ku ya hemû aliyên beşdarî di hikûmetê de ye û pêwîst e ew wek yek tîm û bi hevkarî û piştevaniya hemû aliyên Kurdistanî, kar ji bo cibicîkirina wê karnameyê û xizmetkirina welatiyan li seranserî Herêma Kurdistanê bikin.
Şanda YNKê tekezî li piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serxistina karnameya çaksaziyê û berevanîkirina li maf û destkeftên gelê Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî: Me bang xwe ya ji bo piştgîriya nû kir
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez dike, “ligel Qubad Talebanî me bang xwe ya ji bo piştgîriya li karnameya çakaziyê nû kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Îro, ligel Qubad Talebanî me banga xwe ya ji bo piştgîriya li karnameya çakaziyê nû kir. Anku divê em hemû wek yek tîm ji bo hemû Kurdistanê kar bikin.”
Mesrûr Barzanî herwiha got “Peyama min ji şanda YNKê re bi serokatiya Bafil Talabanî ew bû: Werin em bala xwe bidin ser tiştê ku em hemû dixwazin: Aramî, xizmetguzariyên bi awayekî baştir û paşeroja ku hêjayî gelê me ye.”
Herî dawî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta derbaskirina qeyrana siyasî û bihêzkirina diyaloga navbera partiyan li Silêmaniyê li gel berpirsên partiyên siyasî civiyabû.