Hezîran 08, 2022 15:28 Asia/Tehran
  •  Li Silêmaniyê; Şandek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê serdana Tevgera Goran kir

Şandek Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ya Tirkiyê serdana baregeha sereke ya Tevera Goran ya li bajarê Silêmaniyê kir. Komeleyê ji partiyên siyasî xwest ji bo kujerên Çelebî werin girtin, bikevin nava hewldananên cidî.

Li gorî raporav Roj Newsê, Şandek ji endmaên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ku ji Muslim Kaplan, Nurten Çelebî, Mihemed Tahir pêk dihat, li Silêmaniyê serdana baregeha Tevgera Goran kir. Şande ji aliyê rêveberê Odeya Peywendiyên Siyasî ya Tevgera Goran Bextiyar Umer ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan di civînê de rêveberê Odeya Peywendiyên Siyasî yê Tevgera Goran Bextiyar Umer gotiye, ew weke Tevger Goran bi tundî hemû karên terorîstî yên li ser xaka Herêma Kurdistanê pêk tên, şermezar dikin.

Bextiyar xwest hêzên siyasî yên herêmê hîn zêdetir di parastina welatiyên penaberbûr bûne de, rolê xwe bilîzin.

Hêjayî gotinê ye di şeva 17’ê Gulana 2022’an de welatiyekî Kurd ê ji Kurdistana Tirkiyê û xwediyê xwaringeha Denîz, Mihemed Zekî Çelebî li ber xwaringeha xwe ya li kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û bi giranî birîndar bû. Çelebî piştî 17 saetan li nexweşxaneyê jiyana xwe dest da. 23 roj in kujerên Çelebî nehatine girtin.

 

Serepeyv