Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Derve yê Urdinê civiya
May 24, 2022 16:04 Asia/Tehran
Di vê civînê da tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin
Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulana 2022an di çarçoveya civîn û hevdîtinên li perawîşa Komcivîna Aboriya Cîhanê li Davosê, ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen El-Sefedî civiya.
Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Urdinê de û tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin.