May 23, 2022 12:15 Asia/Tehran
  • Barzanî qala lihevkirinekê ji bo bidawîanîna nakokiyên PDK û YNKyê kir

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê li Silêmaniyê qala bidestxistina lihevkirinekê kir ku dawî li nakokiyên PDK û YNKyê li vê herêmê tîne.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek du partiyên bibandor ên Herêma Kurdistana Iraqê di pêvajoya hilbjartina serokkomarê vî welatî, bi rêzê di gel Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê bûne hevpeyman.

Li gorî rapora malpera Baghdad Al-Yawmê, Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi beşdariya di cejna bidawîhatina perwerdehiyê ya xwendekarên zankoya leşkerî ya bajarê Silêmaniyê, got: Me bi aliyên cûr bi cûr ra ji bo çareserkirina asêbûna siyasî ya Iraqê li hev kir û me li hev kir ku kampanyaya medyayî navbera partiyên kurd rawestînin.

Barzanî daxwaza cihanîna hemî bendên qanûna bingehîn kir û got: Me piştî 2003an gelek navçeyên Iraqê parastin û mijara parastina Iraqê bo me girîng e.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê her wiha ji hemî gelê Iraqê xwest ku li dijî gefên komên derve-qanûnî li dijî navçeyê rawestînin û gişt li hemberî pêşdaçûna DAIŞê bisekinin.

Nakokiya navbera PDK û YNKyê ji aliyekî va û navbera Tevgera Sedir û Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan ji aliyê din, Iraq xistiye nav asêgeheke siyasî ya çendmehî.

 

 

Serepeyv