May 21, 2022 13:37 Asia/Tehran
  • Qaymeqamê nahyeya Axceler: Di bombebaran îro de 5 kes hatine kuştin

Qaymeqamê bajarokê Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê Hêmin Behcet ji BasNewsê re ragehand, îro du dronan gundê Dûteqel a sînorê bajarokê Axcelerê bombebaran kirin, ji ber wê bombebaranê otomobîlekî cureya Toyota – Hilux şewitiye, ku 5 kes têdebûne û hemûyan jî canê xwe ji dest dane.

Qaymeqamê Axcelerê Hêmin Behcet got, “Du dronan (firokeyên bê firokevan) îro Şemiyê piştî saet 9ê sibehê gundê Tuteqel bi behaneya PKKê bombebaran kirin. Her wiha dronan li otomobîlekê dane û 5 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane ku çend ji wan xelkê gund in.”

Hêmin Behcet anî ziman, “Cenazeyên her 5 kesan ji bo lêkolîn û tespîtkirina nasnameyan birin pizîşkiya dadwerî.”

Nahyeya Axcelerê a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 35 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye.

Di encama êrişên dewleta dagirker a Tirkiyê ser Herêma Kurdistanê bi heceta PKKê piranî xelkê sivîl ên vê herêmê ji babeta canî û malî zirar û xisaran dibînin.

Serepeyv