May 18, 2022 22:08 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Mesrûr Barzanî û wezîra dadê ya Holandayê li Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li wezîra dadê ya Holandayê Dîlan Yeşîlgoz kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî vê êvarê pêşwazî li wezîra dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz kir.

Di civînê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hollanda bi taybet hemahengiya navbera dezgehên dadweriyê yên her du aliyan hat kirin.

Di hevdîtinê de behsa girîngiya berdewambûna li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna terorîstên DAIŞê de û alîkarîkirina qurbaniyên destê teror û tawanên DAIŞê jî hat kirin.

Wezîra dadê ya Holandayê, Dîlan Yeşîlgoz ku kurdeka Kurdistana Tirkiyê ye, îro danê sibê gihîşt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Serepeyv