May 14, 2022 09:27 Asia/Tehran
  • Li Silêmaniyê: Weqfa Îbrahîm Ehmed Xelata Rûmetê da Selahedîn Demîrtaşî

Weqfa Îbrahîm Ehmed ku navenda wê li Silêmaniyê ye Xelata Rûmetê da Hevserokê berê yê HDP’ê Selahedîn Demirtaş. Demîrtaşî di nameya şand merasimê de got, “Vê xelatê kar û perpirsiyariyên min ên li hemberî gel zêde kir.”

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Ji bo dayîna xelatê roja 13’yê mehê li Silêmaniyê merasima xelatdayînê li dar ket. Li ser navê HDP’ê Cîgira Hevserokan Feleknas Ûca û Mebûsê HDP’ê yê Wanê Sezai Temellî beşdarî merasimê bûn. Her wiha Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, Hevserokê YNK’ê Bafil Talabanî û gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar amade bûn.

Seroka Weqfê Şehnaz Îbrahîm Ehmed li sernavê Demîrtaşî xelat da Feleknas Ûca. Ûca nameya ku Demîrtaş ji bo sipasiyê şandibû xwend. Demîrtaşî di nameya xwe de gotibû ku ew bi vê xelatê gelek rûmetdar bûye û wisa dom kiriye, “Ez bi hurmet hêja Îbrahîm Ehmedî bi bîr tînim. Ji bo xebatkarên weqfê ji ber vê piştgiriya bi wate sipasdar im. Vê xelatê kar û peywira min a li hemberî gel zêdetir kiriye. Ez ê layîqê vê yekê bim. Ez gelek sipas dikim, ji dil, silavên xwe yên germ û hezkirinên xwe dişînim. Bi hêviya di rojên azad de em rû bi rû hev bibînin.”

Îbrahîm Ehmed Kî ye?

Rewşenbîr û siyasetmedar Îbrahîm Ehmed di 6’ê Adara 1914’an de li Silêmaniyê hatiye dinê. Di sala 1937’an de li Zanîngeha Bexdayê beşa hiqûqê xwendiye. 1939’an de ligel Elaaddîn Secadî kovara wêjeyî “Gelawêj”ê derxist.

Ehmed di sala 1953’yan de bû Sekreterê Giştî yê PDK’ê. Sala 1975’an çû Brîtanyayê û heta ku di 8’ê avrêla 2000’î de mir li Ewropayê jiya.

Siyasetmedar Ehmed ji ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina romanan kiriye. Romana wî ya “Janî Gel” yek ji romanên pêşî yên kurdan tê hesibandin û gelek navdar e.

Xanima Serokê YNK’ê Celal Talabanî Hero Îbrahîm Ehmed keça wî bû. Qubad û Bafil Talabanî neviyên Ehmed in.

Serepeyv