Nîsan 23, 2022 21:30 Asia/Tehran
  • Nûnertiya HDP’ê: Divê hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê

Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistana Iraqê got, divê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.

Li gorî nûçeya Hawar Newsê (ANHA), Li bajarê Hewlêrê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistana Iraqê, derbarê êrişên dewleta Tirkiyê yên ji bo dagirkirina xaka Herêma Kurdistana Iraqê de, daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê Hevesrokê Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistana Iraqê Hîkmet Xatîb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirkiyê yên li ser gelê Kurd, bi ti awayî pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser nake, berovajî pirsgirêka aborî, siyasî û civakî kûrtir dike.

Daxuyanî wiha dom kir; “Ên ku li hemberî êrişan bêdeng dimînin, wê berpirsyartiyek mezin a faşîzmê bikeve stûyê wan. Em Bang li hemû azadîxwazan dikin, bêdeng nemînin û nebin sedema dirêjkirina temenê desthilatdariya AKP-MHP’ê. Divê hikumeta Herêma Kurdistanê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin; “Em bang li hemû rêxistin, hêzên siyasî dikin, hemberî êrişan xwedî helwest bin.”

Serepeyv