Nîsan 20, 2022 13:49 Asia/Tehran
  •  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ligel hejmarek wezîrên Brîtanyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî di berdewamiya serdana xwe ya bo Brîtanya de, ligel sê wezîrên wî welatî; Wezîra Derve, Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê, Wezîrê Perwerde û Wezîra Dewletê Bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn civiya.

Rûdawê nivîsiye: Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Sêşemê 19ê Nîsana 2022an li Londonê ligel Wezîra Derve ya Brîtanyayê Liz Truss hevdîtinek kiriye.

Di hevdîtinê de, peywendiyên du alî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê û pêşxistina wan, rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê, hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guhertinên herî dawî yên li navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civîna Mesrûr Barzanî ya ligel Wezîrê Perwerde yê Brîtanya Nedîm Zehawî de jî, derbarê proseya xwendin û fêrkirinê, giringiya proseya perwerde û xwendinê di pêşxistina civakê de gotûbêj hat kirin.

Li gor daxuyaniyê, di civînê de hat tekezkirin ku ji bo proseya reformên di warê xwendin û perwerdeya Herêma Kurdistanê de sûd ji ezmûna Brîtanya bê wergirtin da ku kalîteya xwendinê bê baştirkirin û asta zanistî ya zanîngehên Herêma Kurdistanê jî bê bilindkirin.

Di hevdîtineke din de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîra Dewletê Bo Karûbarên Asya û Rojhilata Navîn Amanda Milling li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr-Londonê û reformên ku di her warî de li Herêma Kurdistanê tên kirin, axivîn û wezîra Brîtanî piştevaniya welatê xwe bo Hewlêrê piştrast kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de bi Wezîrê Enerjî û Bazirganiyê Kwasi Kwarteng re jî civiya.

Di civînê de tekezî li ser girîngiya pêkanîna reformên pêwîst di sîstema bankî ya Herêma Kurdistanê de û populerkirina karta krediyê hat kirin.

Serepeyv