Nîsan 18, 2022 07:45 Asia/Tehran
  • Enqereyê bi fermî zêdekirina destdirêjiyên leşkerî ser bakurê Iraqê ragihand

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi fermî zêdekirina destdirêjiyên leşkerî yên vî welatî li bakurê Iraqê ragihand.

Xulûsî Akar, Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ku bi xwe çavdêriya odeya rêveberiya operasiyona leşkerî dikir, bi awayekî fermî operasiyona berfireh a artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê ragihand.

Akar got: Balefirên şêrr, helîkopter û drinên Tirkiyê bi piştevaniya topxaneyê êrîşî ser kamp, tûnel, sitargeh û navendên hilgirtina cebilxaneyê yên PKKyê li bakurê Iraqê kir.

Wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê her wiha got: Ev operasiyon li navçeyên Metîna, Zab û Avaşîn-Basiyan li bakurê Iraqê cih hat û heta niha li gorî bernameyê û bi awayekî serkeftî hatiye domandin.

Xulûsî Akar bêyî amajeya bi hejmara kuştiyên hêzên tirkiyeyî îdia kir ku ev êrîş bi armanca "Pêşîgirtin li êrîêşên terorîstî" û piştrastbûn ji ewlehiya sînor pêk hatine.

Êrîşên artêşa Tirkiyê li ser baregehên PKKyê di rojên dawî da zêde bûne û tê gotin Enqere ji ber rewşa cîhanî ya di encama şerê Rûsiye û Ukraynê ku bala raya giştî kişandiy ser xwe, hewil dide di bêdengiyê da herî zêde dijberên xwe serkut bike.

Ev êriş piştî 3 rojan ji hevdîtina serokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê îstixbaratê Hakan Fidan re di 15`ê Nîsanê de, pêk tên.

Serepeyv