Nîsan 16, 2022 12:57 Asia/Tehran
  • Erdoxan û Mesrûr Barzanî li Stenbolê civiyan

Serokkomarê Tirkiyê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna xwe li Stenbolê pêwendiêyn dualî vekolandin.

Hevdîtina Mesrûr Barzanî û serokkomarê Tirkiyê di rewşekê da pêk tê ku pêwendiyên Bexda û Enqerê di salên vê dawiyê da ji ber dewama êrîşên neqanûnî yên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên bakurêl Iraqê, tûşî kêşeyê bûye.

Artêşa Tirkiyê hertim bi behanmeya şerê dijî terorîsmê zêdetirî du salan e ku êrîşî ser bakurê Iraq û Sûriyê dike û ev êrîşî ji aliyê gel û dewletên van du welatan va hatiye şermezarkirin.

 

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Serokkomartiya Tirkiyê bi daxuyaniyekê ragihand, Receb Teyib Erdoxan serokkomarê vî welatî di hevdîtina di gel Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê li koşka Dolmabaxçeya Stenbolê derbarê pêwendiyên dualî û rêyên xurtkirina wan pê ra gotûbêj kiriye.

Di daxuyaniya serrokkomartiya Tirkiyê da her wiha hatiye, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Erdoxan di vê civînê da alûgorên navçeyî jî vekolandin.

 

 

Serepeyv