Nîsan 13, 2022 23:08 Asia/Tehran
  • Israra YNK li ser namzediya

Çavkaniyên medyayî ji îsrara Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) li ser kandîdkirina "Berhem Salih" weke berbijarê serokomariyê xeber didin.

Li gorî rapora roja çarşemê ya El-Furat News; Mehmûd Xoşnaw yek ji serkirdeyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê li ser sedemên namzedkirina Berhem Salih wek berbijarê serokomariya Iraqê got: Yekîtî di wê baweriyê de ye ku divê hikûmeta paşerojê di destê kesekî pêbawer de be, yekrêziya û yekîtiya çîn û qatên welêt biparêze û di rewşên curbicur de tevlî rêzbendiyên navçeyî û navdewletî nebe.

Xoşnaw her wiha got: “Di qonaxa bê de, xeta bergiriyê serokomar e û Berhem Salih heta niha di vî warî de bi serketin tevgeryaye, ji bo posta serokomariya Iraqê di çar salên bê de guncaw e.”

Hêjayî gotinê ye ku girîngtirîn kesayetên ku heta niha ji bo posta serokomariyê hatine destnîşankirin Berhem Salih serokomarê niha û Rêber Ehmed berbijarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne.

Serepeyv