Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Bin Raşîd li Dubeyê civiyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li bajarê Dubayê ya Îmarata Erebî bi cîgirê serokê dewleta Îmarat û serokwezîr û Mîrê Dubeyî civiya û guhertinên navçeyê gotûbêj kirin.
Îro 27.03.2022yê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Dubeyê ya Îmaratê li gel cîgirê serokê dewleta Îmaratê û serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Raşid El Mektûm civiya.
Di civînê de ku welîehdê Dubeyî Şêx Hemdan Bin Mihemed Bin Raşid û cîgirê mîrê Dubeyê û cîgirê serokwezîr û wezarayî Şêx Mektûm Bin Mihemed Bin Raşid û hejmareke din a berpirsên payebilind ên Îmaratê jî amadebûn, gotûbêj derbarê guhertinên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê hate kirin û behsa giringiya tekûz kirina dostayetî û hemahangiya navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de hate kirin.