Mesrûr Barzanî çû mîrnişînê Îmaretê li başûrê Kendava Farsê
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê gihêşet Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) û dê beşdarî Foruma (Korbenda) Enerjiyê ya Cîhanê bibe.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê barê de di tora xwe ya civakî ya twitterê de ragehand: ‘’Ez keyfxweşim careke din serdana Îmaratê dikim, da ku gotûbêja xeletiyên hilberîna sektora enerjiyê li Herêma Kurdistanê li gel hilberînerên Îmaratê bikim.’’
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje: ‘’Li gel berpirsên welat derbarê pêşketinên herêmî yên vê dawiyê de jî emê gotûbêjê bikin.’’
Foruma Enerjiyê ya Cîhanê dê rojên 28-29ê Adarê li bajarê Dubayê birêve biçin û gelek berpirs û şarazayên warê enerjiyê dê beşdarî wê bikin û serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî yek ji axaftvanên serekî yê wê forumê ye.
Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê derveyî beşdarbûna Foruma Enerjiya Cîhanî dê li gel berpirsên payebilindên Îmaratê jî bicive.