Serokwezîrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê kir
Adar 14, 2022 16:01 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro ligel wezîrên berevanî û navxwe yên Iraqê ji bo gotûbêja di gel berpirsên Herêma Kurdistanê, gihîştin Hewlêrê.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî ligel şanda pê re serdana Herêma Kurdistanê kir û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cuma Inad û Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî di şanda ligel Mistefa Kazimî ya bo Hewlêrê de ne.