Adar 10, 2022 18:48 Asia/Tehran
  • Tevgera Goranê biryar daye ji hikûmeta Herêma Kurdistanê derkeve

'Civata neteweyî ya Tevgera Goranê' bi pirraniya dengan biryara derketina ji hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê daye û ev di halekî da ye ku taxima vê partiyê li nav hikûmetê û hin rêberên wê li dijî vê biryarê ne.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê malpera Direwê, 'Civata neteweyî ya Tevgera Goranê' ku jêderka herî bilind a vê partiyê ye, biryara derketina ji hikûmeta Herêma Kurdistanê daye, lê ji ber dijberiya taxima vê partiyê li nav hikûmetê û hin rêberên wê, heta niha nameya derketina ji hikûmetê raberî Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.

Li gorî vê nûçeyê, di dawîn civîna 'Civata neteweyî ya Tevgera Goranê' da mijara derketina ji hikûmetê ketiye ber dendanê ku ji 34 endamên wê, 22 kesan dengê Erê û 12 kesan jî dengê Na dane.

Li gorî vê biryarê, Tevgera Goranê beriya derketina ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, nameyekê tevî şiroveya hegera vê biryarê arasteyî Mesrûr Barzanî dike.

Nebûna reforman li nav hikûmetê berovajiya armanca beşdariya Tevgera Goranê li nav hikûmetê, dê yek ji babetên amajepêkirî li nameya bo Mesrûr Barzanî derbarê hegera derketina vê partiyê be.

Tevgera Goranê hegera xwe ya duyem a derketina ji hikûmetê rewşa xerab a welatiyan û nezelalbûna derhatên hikûmeta Herêma Kurdistanê daye zanîn.

 

Serepeyv