Adar 07, 2022 15:20 Asia/Tehran
  • YNK: Berhem Salih tenha berendamê me ji bo serokkomartiyê ye

Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Berhem Salih wek tenha berendamê vê partiyê ji bo bidestxistina serokkomartiya Iraqê da zanîn.

Li gorî rapora Shafagh Newsê, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) roja Duşemiyê careke din ragihand ku Berhem Salih tenha berendamê vê partiyê ji bo posta serokkomartiya Iraqê ye û piştî biryara vê dawiyê ya Parlimanê ya navnivîsandina dubare ya berendamên serkkomartiyê, careke din ji bo vê postê navê xwe yê binivîse.

 

Nermîn Merûf, Nûnera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li Parlimanê got: Hin gotûbêj navbera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) û Partiya Demokrat (PDK) hene û em hêvîdar in ku di dewreya pêşber da lihevkirin pêk bên.

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê jî roja Yekşemiyê ragihand ku tenha berendamê vê partiyê ji bo serokkomartiyê, Rêber Ehmed e.

 

 

Serepeyv