Adar 03, 2022 13:09 Asia/Tehran
  • Li çiyayên Balekayetî yên Herêma Kurdistanê festîvala befrê dê birêve biçe

Rêveberiya geştûguzara Çoman li sînorê çiyayên Balekayetî û li navçeyên Sêkan a binarê çiyayê Kodo şeşemîn festîvala befrê dê birêve bibe.

Roja şemiyê di bin çavdêriya serpereştyarê îdareya serbixwe ya Soran û serpereştiya qaymeqamê qeza Çomanê, bi hewkariya rêveberiya geştûguzar a Soran festîvala befrê dê birêve biçe ku ji gelek çalakiyan pêktê.

Di çarçoveya vê festîvalê de federasyona çiyakêşên Herêma Kurdistanê bi çend tîmên çiyakêşiyê yên nav grubên çiyakêş de beşdarî li festîvalê dike.

Rêveberê geştûguzar a Çomanê agahdariyek belav kir û amaje bi wê yekê da ku rêya geheştin bi cîhê festîvalê dê ji befrê bê paqij kirin ji bo geştyaran û kesên ku dixwazin biçin festîvalê dikarin bi hemû cure otomobîlekî ve bigehin cîhê festîvalê.

Serepeyv