Sibat 28, 2022 12:58 Asia/Tehran
  • Dawîn amara Koronayê li Herêma Kurdistanê: 426 tûşbûyiyên nû û 6 mirî

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên derbasbûyî da 426 kesên li Herêmê bi Koronayê ketine û 6 kesan jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê her wiha ragihand ku 695 nexweşên tûşbûyî bi Koronayê jî di rojekê da baş bûne.

Bi berçavgirtina babetên nû yên tûşbûna bi Koronayê, ji ddestpêkê heta niha hejmara tûşbûyiyan gihîştiye 431 hezar û 305 kesî û ji vê hejmarê 414 hezar û 344 kes baş bûne.

Her wiha heta niha 7 hezar û 372 kes jî ji ber Koronayê mirine.

 

 

Serepeyv