Sibat 15, 2022 12:58 Asia/Tehran
  • Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê: Kompaniyên hec û umre kartên saxte yên vaksînê çêdikin

Berpirsekî wezareta tenduristiya Herêma Kurdistana Iraqê ragehand, hinek kompaniyên hec û umre kartên saxte yên vaksînê çêkirine.

Berpirsê teknolojiyê li wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê, Herbî Eshed Kito ji BasNewsê re got, hinek kompaniyên hec û umre bo mişteriyên xwe kartên saxte yên vaksînê çêkirine. Ji ber wê jî me dest bi lêpirsînê kiriye li ser wan.

Herbî Eshed Kito her wiha got, ma qey dibe ew kesên ku diçin hecê û wê ferîzeya pîroz bicîh tînin, bi saxtekariyê biçin. Mixabin li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê ev saxtekarî hatiye kirin. Li ser hinek kesan gilî jî hatiye kirin û dosyeyên wan teslîmî dadgehê hatine kirin. Sizayên giran dê bi ser wan de bê sepandin.

Wî berpirsê wezareta tenduristiyê herwiha da zanîn, ji hemû balafirgeh û konsulxanan re hatiye gotin ku tenê bi mamilê bi karta vaksînê ya ku ji aliyê hikûmetê ve tê dayîn û pilastîk e, bê kirin û got, her kesê ku karta saxte ya vaksînê çêbike, asayişa tenduristiyê binpê dike û tê dadgehîkirin.

Bi gotina wî berpirsî, wezareta tenduristiyê dest bi lêdana doza sêyem ya vaksîna Koronayê kiriye bo wan kesên ku 6 meh bi ser doza duyem de derbas bûye.

Berpirsê giştî yê tenduristiya Hewlêrê, Dr. Dilovan Mihemed jî ji BasNewsê re got, bi du cureyan saxtekariyê dikin; yek bi kaxezê tê kirin û ya din jî vaksînê lê nadin tenê karta vaksînê werdigirin. Ya kaxez hêsan tê deşîfrekirin lê ya din pêwîstî bi lêpirsînê heye.

Serepeyv