Çile 20, 2022 16:00 Asia/Tehran
  • Riya serekî ya Çemçemal- Kerkûkê ji befrê hatiye paqijkirin

Îro roja pêncşemê li sînorê navçeya Çemçemalê berfeke zêde bariya û ji ber wê jî astengî ji bo hatuçûnê durist bû. Niha aliyên peywendîdar riya di navbera Çemçemal-Kerkûkê ji berfê paqij dikin.

Berpirsê Giştî yê Ragihandina Qaymeqamiya Çemçemalê ya Herêma Kurdistanê Heval Xalîb, ji BasNewsê re axivî û da zanîn: "Îro pêncşemê tîmên şarevaniya Çemçemalêl û rêveberiya parastin û rêya Çemçemalê hest bi pêkirinê rêya Çemçemal-Kerkûkê di bin befrê daye û niha ji Çemçemalê ji bo Silêmaniyê hatuçûn heye, lêbelê hinekî zehmete û eger ji bo haleta pêwîst nebe hatuçûn neyê kirin baştir e.

Herwiha Heval Xalib amaje bi wê yekê jî kiriye ligor zanyariyên wan 9 santîmetir befr li sînorê Çemçemalê bariyaye.

Serepeyv