Çile 12, 2022 22:38 Asia/Tehran
  • Despêbûna dayîna vîzayên Îranê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê

dayîna vîzeya geştiyarî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo Xelkê Herêma Kurdistana Iraqê li gor rênima û protokolên tendirustiyê yên Wezareta Tendirustiya Îranê derheq hatina geştiyarên biyanî bo nav Îranê îro çarşemê cardin dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, li gorî daxuyaniya Serkonsulxana Îranê ya li Silêmaniyê, dayîna vîzeyên curbicur ên Komara Îslamî ya Îranê ji bo hemwelatiyên iraqî bi temamî bêpere ye û kompaniyên geştiyariyê yên çalak di vî warî de, ji bilî xerciya tomarkirina zanyariyên daxwazkeran di sîstema elektronîk a vîzeya Komara Îslamî ya Îranê de ku herî zêde 5000 dînar e, ti mafeke wergirtina pereyek zêde tinen. 

Pêştir Serkonsulxana Îranê li Silêmanî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku li gorî rênmayên Wezareta Tendirustiya Komara Îslamî ya Îranê, ji 25ê Çile ve dayîna vîzeya geştyarî û ziyaretî ji bo rêgirtina li belavbûna cureya nû ya Coronayê (Omicron) bo du hefteyan tê rawestandin. 

Serepeyv