Çile 08, 2022 09:56 Asia/Tehran
  • Heşda Şeibî êrişa mûşekî li ser sengerên Pêşmerge şermezar kir

Heşdî Şebî êrîşa mûşekî ya li ser sengerên hêzên Pêşmerge şermezar kir û artêşa Iraqê jî lêkolînê derbarê wê bûyerê de dike.

Desteya Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de, êrîşa li ser Pêşmerge li Pirdê bi tundî şermezar kir û bi her armancgirtineke Pêşmerge bi “armancgirtina Heşdî Şebî” bi nav kir û daxwaza lêkolînê di wê êrîşê de kir.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê biryar da, lêkolînê di wê êrîşa mûşekî ya li ser Pêşmerge de were kirin.

Duhî êvarê 7/1/2022an, sengerên Pêşmerge li Pirdê li bakurê Kerkûkê bi 8 mûşekan hatin armankirin, di encamê de ti ziyaneke canî yan madî nebûn.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, hejmarek mûşek bi awayekî heremekî li sînorê Mihwerê Pênc ê hêzên Pêşmerge ketin û ti ziyanek negihîşt Pêşmerge.

Wezareta Pêşmerge herwiha destnîşan kir ku wan dest bi lêkolînê derbarê wê êrîşê de kirine.

Serepeyv