Kanûn 24, 2021 09:35 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Pênçşemê 23.12.2021 pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio û şanda dîplomasî û serbazî ya li gel wî kir.

Li gor ragihandina K24, Di vê civînê de ku Balyozê Îtalya li Iraqê û Konsolê Îtalya li Hewlêrê amade bûn, Wezîrê Derve yê Îtalya behsa serdana xwe ya hêzên welatê xwe ya li Iraqê kir û tekez li ser berdewamiya piştgîriya Îtalya ya Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Her wiha pesnê rola Pêşmerge ya li têkşikandina DAIŞê û mîhvanperweriya Herêma Kurdistanê û hewandina koçber û penaberan da.

Wezîrê Derve yê Îtalya, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî vexwend Romayê, her wiha di derbarê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Îtalya, her du alî xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyan û berfirehkirina warên alîkariya hevbeş dûpat kirin, bi taybetî jî li rûyê aborî û kultûrî ve.

Ji aliyê xwe ve Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî pîrozbahiya li Wezîrê Derv û gel û hikûmeta Îtalya bi helkefta hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh û sala nû ve, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîriya Îtalya li Iraq û Herêma Kurdistanê di şerê dijî DAIŞê de, her wiha ji bo meşq û rahênana Pêşmerge û alîkariya mirovî ya Îtalya, dûpat kir.

Rewşa siyasî û hilbijartinên Encumena Nûnerên Iraqê, encama hilbijartin û hewlên damezrandina hikûmeta nû, pêşhatên şerê dijî DAIŞê û metirsiyên terorê, peywendiyên Hewlêr – Bexda û gotûbêja çareserkirina kêşeyên wan, rewşa û girîngiya parastina aramiya navçeyê bi giştî û çend pirsên din ên girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.

Serepeyv