Kanûn 18, 2021 14:10 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistana Iraqê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin bû 11

Li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê ji ber bobelata lehiyê yek jê welatiyê Tirkiyeyê 11 kesî can da.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav daxuyanî da çapemeniya herêmî û bi bîr xist ku barana zêde ya li herêmê barî bû sedema lehîrabûnê û avqelibînê.

Xoşnav ragihand ku ji ber barana bi şev zêde barî li gelek taxên bajêr av li malan qelibî û piraniya welatiyan jî di xewê da bûn.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Evdilmecîd jî di daxuyaniya da çapemeniyê da got ku heta niha ji ber lehiyê yek jê welatiyê Tirkiyeyê 11 kesî can da. Evdilmecîd der barê nasnameya welatiyê Tirkiyeyê da agahî neda.

Li gor daxuyaniya ewil hejmara miriyan 8 bû.

Star Omer Axayê Midûrê Bajaroka Girê Çûkan a ku li Hewlêrê herêma lehî lê herî zêde bû sedema zirar û ziyanî jî daxuyanî da û got ku 100 mal û 60 dikan bi tevahî di bin avê da man û 200 wesayît jî bûn xurde.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî sersaxî da xizmên wan kesên di lehiyê da can dan û ji bo alîkarî bi lez û bez bigihêje mexdûrên lehiyê jî telîmat da.

 

 

Serepeyv