Kanûn 10, 2021 15:48 Asia/Tehran
  • Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin

Li gorî rapora Kurdisstan24ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” amje bi vegerandina termên 41 qurbaniyên komkujiya Êzidiyan bo gundê Koco kir û wê derbarê de ragihand, tekezî li piştevaniya xwe ji bo qurbaniyên Êzidî dikin.

Herwiha ragihand, pêwîst e kesûkarên qurbaniyên jenosayda Êzidiyan bêne qerebûkirin û hevkarî bi civak Êzidiyan re bê kirin ji bo avedankirina Şingalê.

Tekez kir jî, pêwîst e em hemû pabend bin ku terorîstên DAIŞê bêne cezakirin.

Serepeyv