Kanûn 08, 2021 13:31 Asia/Tehran
  • Civîna Mesrûr Barzanî û Kazimî li Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8/12/2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şandek serbazî ya ligel wî kir.

Li gor ragihandina K24, Di civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bixêrhatina Serokwezîrê Iraqê û şanda pê re kir, dawî pêşhat û guhartinên Iraqê ji piştî lidarketinna hilbijartinên Encûmena Nûneran hatin guftûgokirin û tekezî li girîngiya arambûna rewşa Iraqê, geşepêdana rewşa aborî û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên ku di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta federalî de mane hate kirin.

Di mijareke din a civînê de, gotûbêj derbarê êrîşên vê dawiyê yên teroristên DAIŞê û girîngiya bihêztirkirina hewldan, karînan û hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de hate kirin, ji bo bidawîkirina gef û metirsiyên koma terorîst a DAIŞê.

Serepeyv