Mijdar 23, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Derve ya Swêdê li Hewlêrê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra navenda vê herêmê bi Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda pê re civiya. 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda ligel wê kir. 

Duh Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde li Bexdayê bû û ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji rojnamevanan re diyar kir: “Hikûmeta Swêdê hikûmeta Iraqê han dide ji bo encamdana çaksaziyan di warê aborî û hemû alî de ji bo seqamgîriya Iraqê. Herwiha em pabend in bi piştevanîkirina Iraqê di mijara rûbirûbûna DAIŞ û terorê de.”

Ann Linde destnîşan kir: “Swêd piştevaniya Iraqê dike ji bo parastina sînorên wê û pêşvebirina pêwendiyên ligel Yekîtiya Ewropayê.”

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde piştî serdana xwe ya Bexdayê gihîşte Hewlêra paytexta Herêmê û ji aliyê Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hat pêşwazîkirin.

Serepeyv