Mijdar 16, 2021 12:27 Asia/Tehran
  • Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan koça dawî kir

Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan, rêberê PKKyê, koça dawî kir.

Li gorî rapora Kurdpressê ji zarê Kurdistan24ê, Osman Ocalan birayê Ebdullah Ocalan, rêberê girtî yê PKKyê sibeha roja duşemiyê ji ber nexweşiyê li Hewlêrê koça dawî kir.

Osman Ocalan ku di encama sekna mejî da di rewşeke bedenî ya nebaş da bû, piştî tûşbûna bi Koronayê rewşa wî xerabtir bû û roja borî koça dawî kir.

Osman Ocalan birayê biçûk ê Ebdullah Ocalan, ji fermandar û endamên payebilind ên PKKyê bû. Ew sala 2004an ji ber nakokiya di gel hin endamên vê partiyê, ji PKKyê hat derxistin û salên vê dawiyê li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê dijiya.

 

 

Serepeyv