Cotmeh 30, 2021 19:19 Asia/Tehran
  • Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû

Li bajarê Hewlêrê piştî barîna baraneke zêde û gelek zîpikan lehî rabû û Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji welatiyan daxwaz kir ku ji bilî karên pêwîst, rêya Hewlêr – Pîrmamê bi kar neynin.


Li gorî rapora Kurdistan24ê, Parêzgarê Hewlêrê ji hemû welatiyên li bajêr daxwaz kiriye ku dema wesayîtên xwe diajon agahdar bin û rêyên ku ji ber barana boş hatine girtin, bi kar neynin, bi taybetî jî rêya Hewlêr – Pîrmamê.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha da zanîn ku niha tîmên Berevaniya Şaristanî bi vekirina rêyan mijûl in û ji welatiyan jî daxwaz dike ku alîkariya wan tîman bikin.

Îro baraneke boş û gelek zîpik li bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê bariya û piştre lehî rabû û çend rê ji ber lehiyê hatin girtin.

Serepeyv