Cotmeh 29, 2021 10:04 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî: Ji bo nivîsandina destûrê Herêma Kurdistanê pêngav hatine avêtin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh di konferanseke rojnemevanî de ragihand ji bo nivîsandina destûrê Herêma Kurdistanê pêngavên baş hatine avatin

Serokê hukûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî bidawîbûna roja yekem a Foruma MERIyê bersiva pirsên rojnamevanan da û ragiahnd: “Li Serokatiya Herêma Kurdistanê em mijûlî vexwendina hemû alîyên siyasî ne û tişta giring ji me re ew e, ku em dixwazin kurd li Baxdadê yekdeng bin.”

Nêçîrvan Barzanî di derbarê kursiyê serokatiya Iraqê û kursiyê parêzgariya Kerkûkê de jî diyar kir ku ew pirs li ser medyaya civakî hate dirist kirin û da zanîn ku heta niha ew li ser wê mijarê rûneniştine da ku gotûbêj û dêkîjan kursî dê ji bo kê be û got: “Tiştê ku em dixwazin ew e ku Kurd bi ser bikevin. Kursî ne girîng in ya girîng yekdengiya bo Bexdayê ye.”

Derbarê hejmara kursiyên suneyan li Iraqê de Barzanî amaje bi wê yekê kir ku bilbijartin bi vî rengî bûye û got: “Partiyên ku gelê xwe bi rêxistin kirin û bi rêk û pêk birin ser sindoqan,serketî ne û em kêfxweş in ku hêzên din û Sûnî bi rengekî baş tevlî pêvajoya siyasî ya Iraqê bûne.”

Barzanî derbarê ewlehiya Herêma Kurdistanê de jî got: “Em dê bi Baxdadê re rûnin. Helbet pêkanîna destûrê ji me re giring e û wek Herêma Kurdistanê jî, me hem erk û mafên me hene û divê em di van çar salan de pirsgirêkên xwe yên bi Baxdadê re çareser bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bersiva pirseke din a li ser fikarên hin partiyan ên li ser hilbijartinê de got: "Di encamê de divê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê ji bo çareserkirina fikarên aliyan bi cidî bixebite. Nêrîna me ev e, divê di navbera xwe de bigihêjin lihevkirinekê û bi awayekî qanûnî dikarin doza mafên xwe bikin."

Serepeyv