Cotmeh 17, 2021 15:38 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî bi mîrê Qeterê re hevdîtin kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mîrê Qeterê Şêx Xalid bin Xelîfe Al Sanî hevdîtin kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê sibê li paytexta Qeterê, Duhayê bi mîrê wî welatî Şêx Xalid bin Xelîfe bin Ebdulezîz Al Sanî re hevdîtin pêk anî.

Di civînê de behsa hilbijartinên giştî yên Iraqê û pêşeroja siyasî ya Iraqê, pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi Qeterê re bi taybet di warên aborî û bazirganî û çandinî û tûrîstî de, rewşa dawî ya Koronayê, lêdana vaksîna Koronayê û geştên rasterast di navbera Qeter û Herêma Kurdistan û Iraqê de hatin axaftin.

Di hevdîtinê de her du aliyan têkestî li ser pêşxistina pêwendiyên Kurdistan-Iraq û Qeterê kirin û behsa derfetên sermayeguzariya Qeterê li Herêma Kurdistanê û li hemû Iraqê kirin.

Nêçîrvan Barzanî û mîrê Qeterê li ser pêngavên vekirina konsolxana giştî ya Qeterê li Hewlêrê jî axivîn û di beşeka din ya civînê de şerê li dijî teror û DAIŞê, şêwazên nehîştina bîr û hizrên terorîstî û radîkal, rewşa awareyan li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Serepeyv