Cotmeh 10, 2021 08:57 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî li navendeke dengdanê li Hewlêrê deng da

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li navendeke dengdanê li Hewlêrê deng da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî hilbijartinan, hemû aliyên Kurdistanî vedixwînin, ta ku li Bexdayê bi hev re bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de ya derbarê yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê de ragihand, piştî hilbijartinan, em hemû aliyan vedixwînin Serokatiya Herêmê, bikin, ji bo li Bexdayê yekrêz bin û bikarin berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de dixwaze pirsgirêkên hilpesartî ligel Bexdayê çareser bike.

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwast ku ev xula Parlamentê û Hikûmeta Iraqê ji yên pêştirî cudatir bibe û bikare guhartinê di awayê birêvebirina Iraqê de bikin.

Serepeyv