Îlon 30, 2021 09:25 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 1349 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1349 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1349 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 17 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1349 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 359 kes li Hewlêrê, 540 kes li Silêmaniyê, 325 kes li Duhokê, 36 kes li Helebceyê, 68 kes li Germiyanê û 21 kes li Raperînê ne.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 17 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ne.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1246 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 300 kes li Hewlêrê, 498 kes li Silêmaniyê, 354 kes li Duhokê, 37 kes li Helebceyê, 42 kes li Germiyanê û 15 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 330868

Mirin: 5855

Başbûn: 296718

Serepeyv