Îlon 29, 2021 10:21 Asia/Tehran
  •  Li Herêma Kurdistanê 1401 kesên din bi Koronayê ketin

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 19 kesan canê xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1401 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 342 kes li Hewlêrê, 598 kes li Silêmaniyê, 372 kes li Duhokê, 41 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

 

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 19 kesan jiyana xwe ji dest daye, ku ji wan 5 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.

 

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1290 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 340 kes li Hewlêrê, 490 kes li Silêmaniyê, 379 kes li Duhokê, 33 kes li Helebceyê, 38 kes li Germiyanê û 10 kes li Raperînê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 329519

Mirin: 5838

Başbûn: 295472

Serepeyv