Îlon 17, 2021 23:44 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokwezîrê Brîtanyayê û serokê Herêma Kurdistana Iraqê li Londonê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Brîtanyayê de, bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re civiya.

Di destpêka civînê de Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand; pêwendiyên Londonê ligel Herêma Kurdistanê gelek girîng in û ew serdana Nêçîrvan Barzanî ya Brîtanyayê bilind û girîng dinirxîne.

Boris Johnson herwiha diyar kir: “Em bi hev re kar dikin û pêwendiyên xwe yên aboriyê pêş dixin.”

Li ser vê mijarê, Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi dîtina Serokwezîrê Brîtanyayê kêfxweş im, me pêwendiyên navbera Hewlêr û Londonê û zêdebûna gefên terorê, seqamgîriya navçeyê û warên din ên cihê girîngîdana her du aliyan e, gotûbêj kir û em spasiya hewlên berdewam ên Serokwezîrê Brîtanyayê dikin ji bo bihêzkirina zêdetir a pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Serepeyv