Îlon 12, 2021 08:34 Asia/Tehran
  • Êrîşa bi dronan li ser baregeha amerîkî li balefirgeha Hewlêrê

Medyayên iraqî qala bihîstina dengê teqînê li balefirgeha Hewlêrê û ihtimala êrîşa bi dronan li ser cihê bicihbûna hêzên hevpeymaniya amerîkî kir.

Li gorî rapora IRNAyê hîn tam diyar nîne ku dengê teqînan ji ber çi ye, lê rayedarên ewlehiyê yên Hewlêrê ji hin medyayan ra ragihand ku ev teqîn ji ber êrîşa sê dronên bombebarkirî bûne.

Nûçeyên torên civakî yên iraqî nîşan didin ku baregeha leşkerî ya Amerîkayê li Hewlêrê ketiye ber êrîşê.

Hin çavkaniyên torên civakî yên nêzikî komên berxwedanê yên Iraqê qala avêtina sê mûşekan kiriye.

Beriya vêya nûçeyek derbarê valakirina konsûlxaneya Amerîkayê li Hewlêrê hatibû weşandin.

 

 

Serepeyv