Di 24 saetan de; Li Herêma Kurdistanê 1380 kesên din bi Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Li gorî rapora Kurdistan24ê, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 22 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1380 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 365 kes li Hewlêrê, 514 kes li Silêmaniyê, 384 kes li Duhokê, 34 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 20 kes li Raperînê ne.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 8 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1870 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 770 kes li Hewlêrê, 740 kes li Silêmaniyê, 235 kes li Duhokê, 23 kes li Helebceyê, 63 kes li Germiyanê û 29 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 308730
Mirin: 5560
Başbûn: 271923