Li Herêma Kurdistanê 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest da
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1618 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1618 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kesan canê xwe ji dest daye.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1618 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 499 kes li Hewlêrê, 501 kes li Silêmaniyê, 479 kes li Duhokê, 38 kes li Helebceyê, 72 kes li Gemriyanê û 29 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 21 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 9 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 6 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê û 1 kes li Germiyanê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 2222 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 512 kes li Hewlêrê, 965 kes li Silêmaniyê, 584 kes li Duhokê, 52 kes li Helebceyê, 75 kes li Germiyanê û 34 kes li Raperînê ne.
Amarên giştî:
Pêketin: 302632
Mirin: 5491
Başbûn: 263600