Îlon 06, 2021 19:27 Asia/Tehran
  • Serokê Herêma Kurdistanê û şanda CHPê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 6ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Komarî ya Gel a Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Kaan Salici kir.

Di hevdîtinê de, şanda mêvan behsa armanca serdana xwe bo Herêma Kurdistanê kir û tekezî li wê kir ku çareserkirina pirsgirêk û aloziyên navçê, bi diyalog û hevtêgihîştina di navbera gelan û pêkhateyan de dibe, ji bo vê armancê jî partiya wî dest bi cibicîkirina rewangeheke dûrûdirêj li ser vê bingehê kiriye û dixwaze pêwendiyên baş û li ser bingeha berjewendiya gelên navçeyê bi Herêma Kurdistanê û pêkhateyên wê re ava bike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan,damezrandina  aramî û ewlehiya navçê hevkariyê bikin. Her di vê derbarê de, amaje bi girîngiya rol û pêgeha Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya diyalog, hevtêgihîştin, bîr û baweriyên hevbeş û dîtina çareyên pirsgirêk û aloziyên navçeyê li ser bingeha hevqebûlkirin û nehîştina înkarkirinê kir û ev serdan jî wek siyaseteke nû ya CHPê bi nav kir.

Barzanî herwiha îdia kir ku Tirkiye her dem di tengiyan de alîkariya xelkê Kurdistanê kiriye û amaje bi hevkariya Tirkiyê di dema operasyonên Enfala 1988an de kir ku deriyên xwe bi rûyê xelkê Kurdistanê de vekir û alîkariya dan, ji ber viya sipasiya vî welatî kir. 

Rewşa giştî, hilbijartinên dahatî yên Iraqê, metirsiyên DAIŞê û pêşbînîyên bo dahatûya navçê, çend tewerên din ên hevdîtinê bûn.

Serepeyv