Emmanuel Macron gihişt Hewlêrê
Tebax 29, 2021 09:25 Asia/Tehran
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ber bi Hewlêrê ve bi rê ket û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve dê bê pêşwazîkirin.
Li gorî rapora Rûdawê, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa jî li firokexaneyê amade dibin.
Li Firokexaneya Hewlêrê pasewanên şeref amade bûn û bi rêûresmeke serbazî pêşwazî li Emmanuel Macron kirin. Hevdem hejmareke kes jî bi cilûbergên kulturî yên pêkhateyên ciyawaz ên Kurdistanê pêşwazî li Serokê Fransayê kirin.
Bi hatina bo Hewlêrê û kombûna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe cara pêncemîn ku Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin.