Tebax 10, 2021 09:34 Asia/Tehran
  • Li Zaxo di bombebarana Tirkiyê de kesek sivîl bi giranî birîndar bû

Li gundê Bosel ê ser bi bajarokê Derkar ve li Zaxo, duh kesek sivîl di encama bombebarana Tirkiyê de bi giranî birîndar bû.

Şahidhalekî bûyerê ji Rûdawê re ragihand, navê kesê birîndar bûye Ebdulrehman Yusif e û temenê wî 55 sal in “tîkeyên gulleyên topê bi ber ketine û ji bo nexweşxana hawarçûnê ya Zaxo hatiye veguhestin.”

Artêşa Tirkiy duh saet 16.00 ew dever bi qasî 20 deqîqan topbaran kirin û wî şahidhalî jî got, “Ebdulrehman di nav baxê xwe de mijûlî çinîna hejîran bû û sacme û tîkeyên gulla topê lê ketine.”

Ji ber topbaran û bombebarana Tirkiyê agir bi çend deverên derdora gund ketine û rûniştiyên gund jî ji Rûdawê re ragihand, “Tirkiye navçeyê nav bi nav topbaran û bombebaran dike.”

Ew hemwelatî nerazîbûna xwe li hember van bombebaran û topbaranên Tirkiyê yên li navçeyên sînorî tîne ziman û dibêje, “Em daxwaz ji Hikûmetê dikin, sînorekî bo bombebaranan dabine.”

Xelkê deverê dibêjin li van deveran piranî xelkê sivîl ên herêma Kurdistanê hene ne endamên PKKê.

Ew navçe ku hatiye topbarankirin, cihekî geştyarî ye û hevdem hejmareke xalên serbazî yên Tirkiyê jî lê hatine bicihkirin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Hezîranê ve operasyoneke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.

Serepeyv