Tîrmeh 29, 2021 22:36 Asia/Tehran
  • Herêma Kurdistanê ji bo girtina pêşiya belavbûna Koronayê ji mamostayên ayînî xwest ku alîkariyê bikin

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê dibêje, ew ti carî ligel wê yekê nebûne û nînin ku mizgeft ji ber Koronayê bên girtin, lê divê mela û mamostayên ayînî welatiyan şîret bikin da ku xwe biparêzin.

Wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq li ser rewşa Koronayê û mizgeftan peyamek belav kiriye û ragihandiye, zêdebarî hatina pêleka din ya Koronayê wan rê nedane cardin dergehên mizgeftan û cihên ayînî bên girtin.

Piştîwan Sadiq her wiha gotiye, helbet beriya niha tenê bo parastina can û silametiya welatiyan bi rengekî demkî deriyên mizgeftan hatin girtin, lê ti carî ew ligel wê nebûne û nînin ku cardin deriyên mizgeftan bên girtin.

Wezîrê ewqaf û karûbarên ayînî daxwaz ji mela û mamostayên ayînî û ew kesên ku diçin mizgeftan jî kiriye, şîretên tenduristiyê bicîh bînin û li nav mizgeftan de maskê bidin ber devê xwe û ji hev dûr rûnên da ku can û jiyana wan were parastin û mizgeft jî her dem vekirî bimînin.

Serepeyv