Li Herêma Kurdistanê 3 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1007 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 272 kes li Hewlêrê, 223 kes li Silêmaniyê, 480 kes li Duhokê, 29 kes li Germiyanê û 3 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan; 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 798 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 94 kes li Hewlêrê, 222 kes li Silêmaniyê, 453 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 26 kes li Germiyanê û 2 kes li Raperînê ye.
Amarên giştî:
Pêketin: 193270
Mirin: 4528
Başbûn: 179461